Lîwayeke Pêşmerge li derdorê Mexmûrê tê bicîh kirin

beriya niha DIŞI êrîşî ser welatiyên medenî kiribû.
کوردستان TV
100%

Beriya niha DIŞI li deverê êrîşek pêk anî bû.

Cîgirê Fermandarê mihwera Mexmûrê yê hêzên pêşmerge Lîwa Erselan Mamwiso ragihand ku jiber boşatiya ewlekarî yaku li deverê de di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de heye, liv û tevgerên terorîstên DIŞIê zêdetir bûne.

Erselam Mamwiso herwiha diyar kir ku niha DIŞI taktîka xwe guhertiye û bi awayeke partîzanî li deverê de çalake û di çarçoveya tîmên ku ji 12 kesan zêdetir nebe, kiriyarên xwe yên terorîstî pêk tînin.

Mamwiso ev yek diyar kiriye ku hêzên pêşmerge bo tîje kirina boşatiya ewlekarî yaku li deverê de heye, lîwayeke din dişîne deverê.

Weke tê zanîn beriya çend rojan terorîstên DIŞIê li deverê de êrîş kiribûn û çend welatiyên sivîl revandibûn, çend welatî jî kuştibûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.