Huşiya Siweyilî serdana parlementoya Almanyayê kir.
Berpirsê têkiliyên derve yên PDKê Huşiyar Siweyilî di çarçoveya serdana xwe ya bo Almanyayê serdana parlementoya vê welatî kir û li gel rayedar û Parlementerên partiya çep ya Almanî civiya.
Di civînê de ku di navbera Huşiyar Siweyilî û Hêlîn Evrim Sûmer de hatiye lidarxistin, her du alî behsa çend mijar û rojevên girîng kirine.
Her di heman civînê de nîqaş li ser têkiliyên navbera PDK û partiya çep ya Almanî hatiye kirin û her du alî amadebûna xwe bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên xwe diyar kirine.
Herwiha Siweyilî bi fermî daxwaz ji şandeke partiya çep ya Almanî kir daku serdana Kurdistanê bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin