Prof Nadirov îro koça dawî kir.
Serok Barzanî peyameke sersaxî da malbeta kesayetiyê navdar û zanayê Kurd yê Qezaqistanê, Prof Nadir Nadirov û ev jî naveroka peyama Serok Barzaniye;
Bi navê xwedê mezin û dilovan
Mixabin nûçeya koça dawî ya kesayetiyê zanistî, netewî, nîştimanî û bernas yê Kurdên li Qezaqistanê, Prof Nadir Nadirov gehêşte me, û em gelek xemgîn bûn.
Prof Nadir Nadirov zanayê Kurd xwedan dehan berhem û sedan lêkolînên zanistî bû, di yekxistin û organîze kirina Kurdên Qezaqistanê de jî xwedan roleke girîng û bi bandor bû, ji dest dana wî wendahiyeke gelek mezine.
Sersaxî didim malbeta wî, kesûkar, navendên akademîk û civakî yên Kurdên Qezaqistanê û tevahiya Kurdên welatên Yekîtiya Soviyeta berê, xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Daxwaz ji xwedê mezin dikim rihê rehmetî bi ceneta xwe şad bike û aramî bide tevahiya aliyan.
Mesrûr Barzanî
24ê Tebaxa 2021an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin