Peyama Serokwezîr ya bo bîranîna enfala Behdînan

dibêje hikûmet berdewame li ser hewlên bi genocide nasîna enfalê.
کوردستان TV
100%

Di bîranîna 33mîn salvegera Enfala Behdînanê de, bi rêzdarî ve qurbaniyên tawana han ya hovane bibîr tînin, ku piştî pêla bednav ya Enfalê, rejîma Bes ya Îraqê, dest bi prosesa enfal kirina devera Behdînanê kir û di encam de, hezaran, mirovên bêtavan ji pêkhateyên curbicur yên deverê, hatin şehîd û wendakirin. Bi sedan gund hatin wêrankirin û bi dehan hezar kes jî aware bûn.

Di vê bîranîna han ya xemnak de, careke din tekez li ser vê yekê dikin ku, lazime hikûmeta Îraqê, qerebûya kesûkarên qurbaniyên tawana genocide enfalê bike.  Em jî li ser hewldanên xwe yên bo bi genocide nasîna enfalê ji aliyê civaka cîhanî ve, berdewam dibin, herwiha hikûmeta herêma Kurdistanê, pêbendiya xwe ya bo zêdetir xizmet kirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan dubare dike.

Silav bo rihêz paqêj yê qurbaniyên genocide enfal û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.