Bi navê xwedayê mezin û dilovan
33 sal beriya niha rejîma berê ya Iraqê di tawaneke din û li dawiya qonaxa proseya Enfalê de piştî bombebaran û kîmyabarankirina herî zêde ya devera Behdînan, xelkê wan navçeyan û pêkhatên wê rûbirûyê girtin û bêserûşûn kirin û bi zorê veguhestinê kir. Di wê tawanê de hikûmeta Iraqî sedan hezar hêzên pirçek kiirî li dijî nîştecihên bêtawan yên devera Behdînanê bikaranî.
Ev tawana han berdewamiya wan zincîre tawan û karesatan bû ku di sedsala derbasbûyî dijî gedeyên gelê me li Barzan û Germiyan û Helebçe û tevahiya Kurdistanê hatibûnkirin.
Dijminên gelê Kurdistanê li berçavê hemû cîhanê pêşketîtirîn çek û zalimtirîn siyasetê ji bo qirkirin û ji navbirina gelê Kurdistanê bikaranî, lê belê gelê Kurdistanê xwediyê îrade û dozeke rewa bû û li beranber vê jenosayd û komkujiyê xwe bi dest ve neda û ew dijmin û tawanbaran bûn ku ketin zibildanka dîrokê de. Eve waneyeke pir bi wateye hem ji bo gedeyên gelê me û hem jî ji bo neyar û nehezên gelê Kurdistanê.
Di salvegera Enfala Behdînan da silav ji bo giyanê pakê şehîdan û enfalkiriyan re dişînin û pêdagiriyê li ser mafên rewayê gelê me dikîn. Pêwîste jî dewleta Iraqê qerebûyê jenosayd û wê tawan û zulman bike ku di derbarê mîlletê me hatiye kirin.
Mesûd Barzanî
25.08.2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin