Şandeke wezareta pêşmerge diçe Bexdayê

vê nîqaş li ser çend mijarên ewlekarî û leşkerî were kirin.
کوردستان TV
100%

Ev şand îro diçe Bexda û li gel rayedarên artêşa Îraqê dicive.

Nunerê her du wezaretên navxwe û pêşmerge di nava Fermandariya operasiyonên hevbeş de Ebdulxaliq Telet ragihand ku vê îro şandeke wezareta pêşmerge ya Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Li gor gotinên Ebdulxaliq Telet şanda pêşmerge di çarçoveya serdana han de vê li gel rayedarên leşkerî yên artêşa Îraqê bicive û di civînan de giftûgo li ser çend mijarên leşkerî û ewlekarî were kirin.

Telet diyar kiriye ku ev serdana han berdewamiya serdanên berêye û armanc ji serdane ew daku her du alî li ser çend mijaran lihev bikin û rêkeftin îmze bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.