Behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke dewleta Qanûnê bi Serokatiya Serokê lîsteya dewleta qanûnê Nûrî Malikî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya deverê û Îraqê, metirsiyên terorê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hatin nirxandin.
Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser hilbijartinên Cotmehê ya parlementoya Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku bo ku hilbijartin bibe sedema aramiyê û rast bûna prosesa siyasiya Îraqê, lazime hilbijartin di dema xwe de were kirin û şefaf bûna hilbijartinan jî were gerentîkirin û tevahiya aliyan jî rêz ji encamên hilbijartinê bigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin