Macron roja yekşemî li Kurdistanê ye.
Koşka Elysee derbarê serdana Serokkomarê Franseyê Emmanuel Macron ya bo Kurdistan û Îraqê, daxuyaniyek weşandiye.
Li gor daxuyaniya han, Macron vê beşdarî di civîna cîranên Îraqê ya li Bexdayê beşdarî bike û pişt re jî roja yekşem serdana Kurdistanê bike.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku vê li balefirxaneya Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Macron bike û pişt re Macron li gel Serok Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.
Vê di civînan de behsa şerê dijî DIŞIê û hevkariyên Franseyê yên bo herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge were kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin