Mezlûm Ebdî: Trump xiyanet li Kurd kir

dibêje Amerîka gerentî daye me ku navekêşe.
کوردستان TV
100%

Dibêje Biden gerentî daye me.

Fermandarê giştî yê hêzên Sûriyeyêa demokratîk Mezlûm Ebdî di babetekê de ku bo rojnameya Washington post nivîsandiye behsa biryara Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bo vekêşîna hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Mezlûm Ebdî di babeta xwe de diyar kiriye ku biryara Trump xiyanet bû li Kurdan û bandora vê xiyaneta han her dimîne.

Ebdî di beşeke din ji babeta xwe de behsa vekêşîna hêzên Amerîkî ji Efxanistanê kiriye û nivîsandiye: Di dema vekêşînê de Serokê Amerîkayê Jeo Biden weke gerentî dayîn bi me, Fermandarê giştî yê Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî General Kenneth F. McKenzie û şandeke Amerîkî şande cem me û ji me re ragihand ku Biden gotiye ev tişta ku li Efxanistanê hatiye kirin bi ti awayî li Rojavayê Kurdistanê nayê kirin û hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê bo piştîvanî kirina Kurdan dimînin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.