Behsa çend mijarên rojevê kirin.
Îro wezîrê pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya şandeke Şêwirmendên hêzên hevpeymanan kir.
Di civînê de behsa çend mijaran weke rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, gef û metirsiyên terorê û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî bo hêzên pêşmerge hate kirin.
Her di heman civînê de wezîrê pêşmerge ragihand ku di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de rêkeftineke hatiye kirin bo zêdetir kirina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan û dagirtina valatiya ewlekarî yaku li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê de heye.
Îsmaîl eşkere kiriye ku beriya niha biryar li ser ava kirina du lîwayên hevbeş bo dagirtina valatiya ewlekarî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hatiye dayîn, ev her du lîwa jî hatina avakirin û di wan rojên pêşiya me de vê erk û berpirsiyartiyên wan lîwayan jî werin diyarkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin