Îro çarşem 1ê Îlona 2021an me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê.
Di destpêka civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî jî têde beşdar bû, me behsa serdana Serokê Franseyê Emmanuel Macron bo heerêma Kurdistanê kir û bi serdaneke girîng û dîrokî hate wesifkirin ku ev serdana han tekez kirine li ser girîngî dana Franseyê bi têkiliyên li gel herêma Kurdistanê û nîşaneya pêgeha bihêz ya herêma Kurdistanê ye li ser asta navntewî.
Pişt re her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê û Sekretê civata wezîran bi awayeke kurt behsa girîngiya beşdariya herêma Kurdistanê di diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de û balkêşandine ser fêdeyên vê diyalogê bo herêma Kurdistanê.
Di berdewamiya civînê de wezîrê darayî û abûrî Awat Şêx Cenab û Serokî dîwana civata wezîran Omîd Sebah behsa mekanîzma cîhbicîh kirina biryarên civîna dawî ya civata wezîran ya taybet bo dabîn kirina petrola spî bo welatiyan di demsala sermayê de û çareser kirina kêşeya bilind bûna buhayê benzînê bi liber çav girtina rewşa tendirostî û jiyana welatiyan û pêşî girtin ji anîna sûtemeniya xirab bo nava herêma Kurdistanê. Herwiha behsa hewldan wezareta samanên xwezayî yên li gel wezareta petrolê ya Îraqê yên bo şandina benzîna baş û petrola spî bo herêma Kurdistanê ku biryare di rojên pêş de bikeve meriyetê, hatin nirxandin.
Mijara sêsiyan ya civîn taybet bû bi encamên civîna wezîrên têkilidar, Parêzgar û rayedarên îdareyên serbixwe ya derbarê çareser kirina kêşeya firin, nanevaxane û giran bûna buhayê nan û Semûn û asankarî û piştîvaniyên wezaretên têkilidar di vê warî de û behsa wan biryaran hate kirin ku wezaretên têkildar beriya niha der kirine yên ku taybetin bi pêşkêş kirina asankariyan û piştîvaniya wezaretan bo naneva xaneyan bo dabîn kirina sûtemenî û dabîn kirina ardan û asankarî kirin bo haweride kirina ardan ji derveya herêma Kurdistanê.
Civata wezîran wezaretên têkildar pîwerdar kir daku, tedbîrên pêwîst bo piştîvanî kirina vê warê bistînin û hewl bidin daku ji ku ji kiwalîtiya wan ardên ku ji derve hawirdaye herêma Kurdistanê têne kirin. Her ji ber vê yekê biryar hate dayîn daku komîteyek were damezrandin bo wenêrîn kirina vê babeta han û stendina tedbîrên pêwîst li hember kesên ku sextekariyan di vê warî de dikin. Herwiha lazime komîteya han çavdêriya dabîn kirina semûn, nan û pêdiviyên din yên serekî yên jiyana rojane bike.
Di dawiya civînê de her du wezîrên şaredarî û çavkaniyên avê proje û pêngavên xwe yên yên bo dabîn kirina ava vexwarinê bo welatiyan pêşkêş kirin, bi taybetî di warê parastina ava bin erdê de û pêşî girtin ji zêdetir dabezîna asta ava bin erdê û fêde wergirtin ji ava ser erdê bi rêya temam kirina projeyên bendavan û dabîn kirina bûdceya taybet bo birêveberatiyên av li tevahiya bajaran.
Pişt re wezîrê perwerde û wezîrê tendirostî jî behsa amadekariyên bo dabîn kirina vaksînan bo Mamosteyan û amadekariyên destpê kirina demsala nû ya xwendinê ya 2021an û 2022an kir û hate gotin ku lazime navendên pêdana vaksînan werin zêdetir kirin û civata wezîran jî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina bernameya girîngîdan bi perwerde û Mamosteyan ku afrênerên nibişên nûne, bi liber çav girtina parastina jiyan û tendirostiya wan.
Di dawiya civînê de her yek ji wezaretên navxwe, veguhastinê û aliyên din yên têkildar hatin pîwerdarkirin bo qedexe kirina firotina sîmkart û mobayilên bê form bi awayek ku lazime ji niha û pêde kesên ku sîmkartan distînin lazime tevahiya zaniyariyên wan diyar û eşkere bin. Lazime tevahiya sîmkartên ku bê formin werin ragirtin û bo vê yekê jî lazime kompaniyên veguhastin û gehandinê pêbendî şîretên wezareta navxwe bin û wezareta navxwe jî hate pîwerdarkirin ku li hember kesên ku mobalan xirab bikar tînên tedbîrên pêwîst bistîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin