Zêdetir ji 400 kesên din bi Koronayê ketine.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê de, 442 kesên din bi Koronayê ketine, ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 284 kese.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 2 hezar û 128 berketiyên berê jî baş bûne û 12 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin