Li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro li devera Merîwanê li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, di encama teqeya pasdaran de kolberekî kurd bi navê Sîrwan Gulzarî canê xwe ji dest da.
Sîrwan Gulzarî xelkê gundê Cejnê yê Merîwanê bûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin