Di warê pîşesaziya çandiniyê de hevkariya Kurdistanê dike.
Îro wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê ya hikûmeta Kurdistanê Bêgerd Talebanî bi rêya onlîne li gel hijmarek kompaniyên Holendî yên ku di warê çandiniyê, xwedî kirina sewalan û keskatiyê dixebitin, civiya.
Di civînê de giftûgo li ser çawetiya pêşde birina wan sektoran li Kurdistanê de hate kirin û wezîra çandiniyê û çavkaniyên avê Bêgerd Talebanî tekez li ser vê yekê kiriye ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze di wan waran de fêde ji ezmûn û pisportiya kompaniyên Holendî wer bigire.
Li hember de jî kompaniyên Holendî yên beşdar di civînê de amade bûna xwe bo pêşkêş kirina hevkariyan di wan waran de bi hikûmeta Kurdistanê diyar kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin