Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 07:08

Patrîkê nû yê kilîseya Rojhilat dest bikar kir

demeke dirêj li Amerîka bû û piştî şerê DIŞIê bo Kurdistanê hatiye veguhastin.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê di merasîmê de amade bû.

Îro li taxa Enkawe ya li Hewlêrê merasîmek bo destbikar kirina Patrîkê nû yê kilîseya Aşûriyan ya Rojhilat ya li cîhanê hate organîzekirin.

Di merasîma han de ji bilî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hijmareke din ji rayedarên hikûmeta Kurdistanê, qeşe û oldarên mesîhî jî amadebûn.

Di çarçoveya merasîma han de Patrîk Mar Awua ya sêsiyan weke 122mîn patrîk ya kilîseya aşûriyan ya li Rojhilatê, destbikar dibe.

Weke tê zanîn patrîkê kilîseya han jiber şerê Îraqê û metirsiyên terorê bo Amerîkayê hatibû veguhastin û demek piştî bidawî hatina DIŞIê patrîk bo Kurdistanê hate veguhastin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.