Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 09:32

Serokê herêmê gehêşte Londonê

vê serdana Serokê herêmê çend rojan bidome.
کوردستان TV
100%

Bi alaya Kurdistanê ve ji aliyê rayedarên Brîtanyayê ve hate pêşwazîkirin.

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kiriye, ku, îro çarşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî gehêştiye Londona paytexta Brîtanyayê û li balefirxaneyê ji ailyê rayedarên Brîtanyayê ve hatiye pêşwazkirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya herêmê, vê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana han de li gel Serokwezîrê Brîtanyayê, wezîrê derve, wezîrê berevanî û rayedarên dinyên Brîtanyayê bicive.

Di civînan de vê behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê, rewşa Îraq û deverê, şerê dijî terorê û hevbeşiya navbera Kurdistan, Brîtanya û Îraqê were kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.