Dibêje pêşmerge û artêşa Îraqê hevbeşên me yên serekîne.
Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî Wayne Marotto di peyamekê de ku li ser hesabê fermî yê twitterê belav kiriye nivîsandiye: Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê dijî terorê de hevpeymanên me yên serekîne.
Wayne Marotto herwiha diyar kiriye ku hevkarî û piştîvaniyên hevpeymaniya cîhanî yên bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo dabîn kirina aramî û ewlekariya Îraqê û şerê dijî terorê berdewam dibin.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye ku bihevre bihêzên û ti careke din rê nadin DIŞI vegere û xwe bihêz bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin