Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 16:38

Mesrûr Barzanî: Ev cîhbicîh kirina soza Serok Barzaniye

dibêje emê zêdetir xizmeta xelkê bikin.
کوردستان TV
100%

Îdareya serbixwe ya Zaxoyê ragihand.

Îro li bajarê Zaxoyê, bi merasimeke fermî ku têde Serokwezîr û hijmareke rayedarên din yên hikûmeta Kurdistanê têde beşdar bûn, îdareya serbixwe ya Zaxoyê hate ragihandin.

Di merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku xelkê devera Zaxoyê di şoreşên Kurdî û di nava dîroka tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê de xwedan roleke berçavin û gelek qurbanî dane lewre hêjayê baştirîn xizmet û pêşkêş kirina xizmetgozariyên zêdetirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, îro hatine Zaxoyê daku dilê Serok Barzanî xweş bikin û soza ku dabû xelkê Zaxo û derdorê xweş bikin û îdareya serbixwe ya Zaxoyê ragehênîn.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, armanc ji ragihandina îdareyên serbixwe, dabezandina desthilatane bo asta jêr û karasanî kirin bo welatiyane di cîhbicîh kirina karûbarênxwe yên rojane yên Îdarî de û ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxoyê wefayeke li hember qurbanîdanên xelkê Zaxoyê.

Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa gund û deverên sînorî yên deverê jî kir û ragihand ku jiber hebûna PKKê zirarên gelek mezin ber wan deveran ketine û şêniyên gundên deverê jiber PKK nikarin vegerin cîhên xwe lewre daxwaz ji xelkê deverê dikim ku nirxên qurbanîdanên xwe yên bo rizgariyê bigirin û hewl bidin vegerên cîhên xwe û gundên xwe awedan bikin.

Serokwezîr di beşeke din ji gotara xwe de behsa hilbijartinên Îraqê kir û ragihand ku hilbijartinên parlementoya Îraqê gelek girîngin, lewre lazime xelk bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bike û baweriya xwe bi kê, kî tê dengê xwe pêbide daku li parlementoya Îraqê berevanî ji mafên xelk bike.

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de diyar kir ku, rewşa dijwar ya abûrî derbas kirine û niha hêdî hêdî ber bi pêşerojeke geş ve gavan davêjin.

Weke tê zanîn Serokwezîr hefteya derbasbûyî li Soranê jî îdareya serbixwe ya Soranê ragihandibû.

N: E. G

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.