Peyvdarê hevpeymaniya cîhanî peyamek weşandiye.
Peyvdarê hevpeymaniyc cîhanî ya dijî DIŞIê Wayn Marotto li ser hesabê fermî yê hevpeymaniya cîhanî ya li twitterê peyamek weşandiye û têde nivîsandiye; Heta dawiya sale û erk û pîwerdariyên hevpeymaniya cîhanî ji nû ve werin rêkxistin û hevkarî û hemahengiyên hevpeymaniya cîhanî yên li gel hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê berdewam dibin.
Nav hatî diyar kiriye ku ji sala 2014an ve heta niha hevpeymaniya cîhanî, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hevbeşên hev yên bihêzin.
Marotto herwiha nivîsandiye ku hevpeymaniya cîhanî pêbende bi hevkarî û piştîvaniyên xwe yên bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê di şerê dijî DIŞIê de jiber ku ev piştîvaniya Îraqeke bihêz û aram dikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin