Erbil 38°C Tuesday 19 Aug 21:10

Îspanya Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Îspanya jî dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê nû yê Îspanyayê yê li Bexdayê civiya.

Îro pêncşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îspanyayê yê li Îraqê Pedro Martínez kir.

Di civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber destbikar kirina wî weke balyozê Îspanyayê yê li Îraqê pîrozbayî li Pedro Martínez kir û bo pêşde birina têkiliyên navbera Îspanya, Kurdistan û Îaqê de û herwiha di pîwerdariya nû de jê re hêviya serkeftinê xwest.

Di berdewamiya civînê de jî balyozê Îspanyayê Pedro Martínez amade bûna welatê xwe bo pere pêdana têkiliyên navbera her du aliyan diyar kir û ragihand ku bo pêşde birina têkiliyan niha dest bi amadekariyê bo vekirina Konsulusxaneya Îspanyayê ya li Hewlêrê kirine.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.