Şandeke wezaeta berevanî ya Almanyayê serdana wezareta pêşmerge kir.
Îro şandeke wezareta berevanî ya Almanyayê serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezaretê civiyan.
Di civînê de giftûgo li ser çend mijaran weke reformên nava hêzên pêşmerge, hevkariyên Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge, gef û metirsiyên terorê û hevkariya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê hate kirin.
Di heman civînê de nîqaş li ser rewşa deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin û tekez li ser girîngiya dagirtina valatiya heyî ya leşkerî û ewlekarî li wan deveran hate kirin.
Şanda Almanî di civînê de tekez li ser berdewamiya hevkariyên Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin