Serokwezîr li gel şandeke Amerîkî civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Amerîkî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;
Îro pêncşem 30ê Îlona 2021an me pêşwaziya şandeke Amerîkî bi Serokatiya Cîgira alîkarê wezîrê derve yê karûbarê Îraq û Îranê Jennifer Gavito kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, me nîqaş li ser rewşa Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.
Cîgira alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Jennifer Gavito behsa pêgeha girîng û taybet ya herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir û ragihand ku Amerîka giringî dide têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê û serdana han jî bo dubare kirina piştîvaniya Amerîkayê ye bo herêma Kurdistanê.
Di berdewamiya civînê de me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê yên bo herêmê kir û bi awayeke kurt jî behsa prosesa reforman ya hikûmeta herêma Kurdistanê di tevahiya waran de û herwiha hewldanên heyî yên bo zêde kirina çavkaniyên dahatê û ji nûve awa kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî kir.
Hêlbijartinên Îraqê û diyaloga steratejîkî ya di navbera Îraq û Amerîkayê û rûbirû bûna gefên terorê çend mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin