Erbil 38°C Saturday 15 Mar 23:58

Li Îsraîlê destaveke dîrokî hate dîtin

li Orşelîmê hatiye dîtin.
کوردستان TV
100%

Dîroka vê vedigere beriya mîladê.

Komeke erdkologên Îsraîlî ku li Orşelîmê lêkolînên erdkologî dikin karîne, destavek dibin erdê de derbixin ku ya beriya 2 hezar û 700 sala ye.

Koma erdkolog diyar kiriye ku destav bi tehteke çar goşe hatiye çêkirin û di naverasta tehtê de konek heye û di bin konê de jî enbareke pîsatiyê hatiye çêkirin.

Erdkolok bi vê keşfa han dilxweşin jiber ku dibêjin dikarin bi sêya vê destavê li ser çawetî û cureya xwarin û vexwarinên mirovên vê serdemê ku vedigere bo sedeya 7an ya beriya mîladê, lêkolînan bikin.

Herwiha dibêjin ku ev destava han ya keseke zengîn bûye jiber ku vê demê kes nikariye bibe xwedan destaveke wisa.

N: E. G

Tendûrûstî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.