Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 21:28

Almanya hijmarek welatiyên xwe vegerand

wezîrê derve yê Almanyayê jî spasiya îdareya xweser dike.
کوردستان TV
100%

Di nava kempa Roj ya li Rojavayê de dihatin ragirtin.

Li gor çapemeniya herêmê, hikûmeta Almanyayê hijmarek welatiyên xwe yên kesûkarên terorîstên DIŞIê ji Rojavayê Kurdistanê vegerandiye.

Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê dikin ku hikûmeta Almanyayê 48 welatiyên xwe ku ji 37 zarok û 11 jinên DIŞI yan pêk hatine ji kempa Roj ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandiye welatê xwe.

Herwiha wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas jî ev nûçeya han pişt rast kiriye ku ragihandiye ku ev welatiyên han bi rêya balefrixaneya  Frankfurtê bo Almanyayê hatine vegerandin.

Heiko Maas herwiha spasiya îdareya xweser ya Rojavayê jî kiriye bo hevkarî û karasaniyên ku bo prosesa vegerandinê kirine.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.