Erbil 38°C Wednesday 20 Aug 21:26

Bi hezaran Şingalî nikarin deng bidin

dibêjin jiber sedemên siyasî navên me nehatine vegerandin.
کوردستان TV
100%

Navên wan li ti navendekê de tunene.

Îro dengdana taybet ya hilbijartinên parlementoya Îraqê destpê kir û ji bilî hêzên ewlekarî welatiyên aware jî lazime deng bidin.

Di vê çarçoveyê de welatiyên Êzidî yên ku li Dihukê bicîh bûne, ragihandin ku bi hezaran Êzidî kêşeya wan heye û nikarin deng bidin.

Welatiyên Êzidî behsa vê yekê dikin ku navên wan ji aliyê komîsyonê ve nehatine vegerandin û navên wan li ti navendeke dengdanê li Dihuk û derdorê tuneye û nikarin beşdarî di dengdanê de bikin û deng bidin.

Welatiyên han rexne li hikûmeta Îraqê û komîsyonê dikin û dibêjin jiber sedemên siyasî navên wan nevegerandine.

Ew welatiyên han dibijin jiber ku em dengderên partiya demokrata Kurdistanê ne, bi zane bûna navên me ne hatine vegerandin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.