Bi minasebeta bi dawî hatina prosesa dengdanê bo hilbijartinên parlementoya Îraqê, spasiya gerim pêşkêşî welatiyên herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê dikim jiber beşdarî kirin di prosesa han ya demokratîk û hest kirin bi berpirsiyartî di nava prosesa siyasî de û berevanî kirin ji mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.
Spasiya hêzên pêşmerge û hêzên navxwe bi giştî dikim ku erkên xwe bo dabîn kirina rewşeke aram bo dengderan û parastina navendên dengdanê, bi başî cîhbicîh kirine, herwiha spasiya karmendên komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinên Îraqê dikim bo cîhbicîh kirina erkên xwe bi awayeke jêhatî û pîşeyî. Her çend mixabin di nava çend navendên dengdanê de kêşeyên teknîkî hebûn û hijmareke zêde ji xelkê ji mafên dengdanê bêpar bûn.
Di çend deveran bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê ji aliyê çend komên çekdar yên ji qanûn derketî ve, pêşî ji dengderan hatiye girtin û nehêştin biçin navendên dengdanê, ku ev yek jî cîhê dilgiraniya me ye û dijî pîwanên demokrasî û maf û azadiya beşdarî kirinê de di prosesa dengdanê de.
Vê êwarê li gel Serokwezîrê fedralî Mistefa Kazimî bi telefûn axevîn û pîrozbayî li wî kir jiber cîhbicîh kirina soza xwe ya bo serxistina hilbijartinên pêşwext. Her du alî hemfikir bûn li ser girîngiya lêkolîn kirin û wenêrîn kirinê bi awayeke şefaf di demeke diyar kirî de bo wan kêşe û arîşeyên ku hebûne di nava prosesa dengdanê de, ez bawerim ku Serokwezîr, dikare erkên qonaxa karbirê kirinê bi başî birêve bibe û di vê warî de em jî hevkar û piştîvan dibin.
Niha piştî bi dawî hatina prosesa hilbijartinan, qonaxeke nû destpê dike hêvî dikim tevahiya wan berbijêrên ku baweriya welatiyên Kurdistanê bidest dixin û dibin endamên parlementoya fedralî, bi yek dengî û bihevre, kar bikin bo dabîn kirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêşde birina çanda demokrasî û rêz girtin ji pirensîbên hevbeşî, hevsengî û lihev kirinê di birêvebirina desthilata fedralî li Îraqê de.
Hêvî dikim nûneratiya herêma Kurdistan û deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê li Parlementoya Îraqê de, kêşe û aloziyên navxweyî bixin aliyekê û hemû bihev re li Bexdayê bi yekrêzî û yekhelwêstî kar bikin bo ku, pêgeha herêma Kurdistanê li Îraqa fedral bihêztir be û mafên destûrî hên Kurdistaniyan dabîn bikin, bo vê yekê jî li gel tevahiya aliyan di nava peywendiyan dene.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
10ê Cotmeha 2021an
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin