Di nava 14 rojan de hatine kuştin.
Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiye yaku piştîvaniya hikûmeta Yemenê dike ragihand ku di nava 14 rojên derbasbûyî de hêzên Yemenî û hêzên hevpeymaniya erebî karîne zêdetir ji 400 çekdarên husî yên ku ji aliyê Îranê ve têne piştîvanîkirin bikujin.
Hevpeymaniya Erebî eşkere kiriye ku di nava 96 seatên derbasbûyî de hevpeymaniya erebî li derdorê Parêzgeha Marîbê 118 êrîşên asmanî li dijî çekdarên husî pêk aniye û di encama wan êrîşan de herî kêm 400 çekdar hatine kuştin û zêdetir ji 15 tirimbîlên leşkerî jî hatine jinavbirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin