Erbil 38°C Thursday 21 Aug 04:34

Îsraîl amadekarî bo çûne Marsê dike

6 dilxwaz tên amadekirin.
کوردستان TV
100%

Pispor mişxûlên dilxwazan amade dikin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku pisporên etrolog yên Îsraîlî bi hevbeşî li gel hijmarek pisporên Nemsayî dest bi amadekariyan bo şandina 6 dilxwazan bo ser Marsê kirine.

Li gor çapemeniya Îsraîlê, niha pispor li deşta Negev ya li Başûrê Îsraîlê mişxûlên û 6 kesên dilxwaz bo vê mebestê amade dikin.

Ev 6 kesên han vê li deşta Negev bi qasî mehekê bi tenê di nava cîhek ku weke Marsê hatiye amadekirin bimînin.

Vê pispor lêkolînê li ser jiyana wan ya bi tenê di nava 30 rojan de bikin û bandora bitenê bûn li ser rewşa wan bişopînin û pişt re jî bo Marsê werin şandin.

N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.