Erbil 38°C Thursday 21 Aug 04:36

Peyamek ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî

pîrozbayî li aliyên serkeftî dike.
کوردستان TV
100%

Hêviya bihevre xebitînê dixwaze.

Bi boneya serkeftina berçav ya partiya demokrata Kurdistanê di hilbijartinên parlementoya Îraqê de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkîşî cenabê Serok Barzanî, serkirdatî, endam û alîgirên part û tevahiya xelkê Kurdistanê dikim, bi taybetî pîrozbayî pêşkêşî nûnerên Kurd yên li Kerkûka dilê Kurdistanê dikim ku careke din îsbat kirin pênaseya Kerkûkê Kurdistaniye.

Serkeftina Berbijêrên PDK li Kerkûkê bi vê rêjeya bilind nîşaneya wefadariya xelkê Kerkûkê ye bo rêbaza pîroz ya Barzanî, berxwedan û Kurdatiyê.

Spasiya xuşk û birayên Êzidî jî dikim ku li devera xwe bi tabetî li devera Şingalê, piştîvaniya xwe ya bihêz bo PDK diyar kirin û bi dilniyayî ve jî PDK weke hertim berevanîkarê bihêz yê mafên wan dibe.

Herwiha pîrozbayî li aliyên din  yên serkeftî di hilbijartinan de dikim û hêvî dikim tevahiya me bihevre, bikarin bo berejwendiyên bilind yên gel û nîştimanê, kar bikin bo cîhbicîh kirina tevahiya destûrê û dabîn kirina aramiya siyasî, abrî, ewlekarî û hevbeşiyeke rastîn li ser astê Îraqê de, bi armanca bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî de.

Mesrûr Barzanî

 12ê Cotmeha 2021

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.