Dibêje di danûstandinên navbera wan de ti pêşkeftin tuneye.
Wezîrê derve yê Siûdiyeyê di çarçoveya serdana xwe de bo Amerîkayê, li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya.
Wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Ferhan û hevpîşeyê wî yê Amerîkî Antony Blinken behsa rewşa deverê û danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê û herwiha danûstandinên navbera welatên cîhanî û Îranê yên derbarê bernameya etomî ya Îranê de kirine.
Her di heman civînê de wezîrê derve yê Siûdiyeyê rexne li Îranê kiriye û ragihandiye ku di danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê de ti pêşkeftinek çê ne bûye.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kiriye bo ku, Îran nebe xwedan çekên etomî lazime danûstandin navbera Îran û civaka cîhanî destpê bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin