Erbil 38°C Thursday 21 Aug 09:52

Li Kerkûkê dest bi ser cebelxaneyê de hate girtin

hîn jî nayê zanîn ev cebelxane ya çi aliyekê ye.
کوردستان TV
100%

 

Gelek gule haven û katûşiya têde hene.

Fermandariya polîsa fedralî ya Îraqê ragihand ku îro hêzên polîs li bajarê Kerkûkê di operasiyonekê de karîne dest denynin ser cebelxaneyeke curbicur.

Li gor daxuyaniya polîsa fedralî, operasiyon li gundê Selam ya ser bi Riyaz ya li Başûrê Rojavayê Kerkûkê hatiye lidarxistin û di encama operasiyonê de dest bi ser cebelxaneyeke mezin de hatiye girtin.

Di nava cebelxaneyê de gule haven, bombeyên vedayî û guleyên katûşiyayê jî hebûne.

polîs gotiye ku hîn jî nayê zanîn cebelxaneya han ya çi aliyekê ye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.