Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:08

Hêzên rejîma Îranê dayik û zarokekî Kurd binçav kirine

heta niha çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Di meha Îlonê de dema vegerê ji Başûrê Kurdistanê hatine girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê, di meha Îlonê de dayikeke 40 salî li gel zarokê xwe yê 4 salî, dema ji Başûrê Kurdistanê xwestine vegerin Rojhilatê Kurdistanê binçav kirine.

Ev dayik û zarokê xwe, şêniyên bajarê Îlamê ne û li bajarê Îsfehanê nîştecîhne.

Hengawê diyar kiriye ku heta niha sedema binçav kirina wan nayê zanîn û çarenivîsa wan jî nediyare.

Dayika Kurd û zarokê vê, li deriyê sînorî yê Mêhranê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de hatiye girtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.