Şandeke Konsulusxaneya Rûsyeyê serdana navendeke PDKê kir.
Îro li Hewlêrê şandeke Konsulusxaneya Rûsyeyê ya li Hewlêrê serdana navenda têkiliyên derve yên PDKê kir.
Di civînê de şanda Rûsî û PDK, nîqaş li ser rewşa deverê, hilbijartinên Îraqê û têkiliyên navbera Rûsye û Kurdistanê kirin.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera Rûsye û gelê Kurdistanê de hate kirin û şanda Konsulusxaneya Rûsyeyê jî tekez li ser dom kirina dostatiya dîrokî ya di navbera Rûsye û Kurdistanê de kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin