Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:08

Siûdiye û Amerîka behsa Îranê kirin

dibêje diyaloga me û karên hevbeş vê berdewam bin.
کوردستان TV
100%

Nunerê taybetî yê Amerîkayê li Siûdiyeyê ye.

Li gor çapemeniya Siûdiyeyê, nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê, Robert Melli serdana Siûdiyeyê kiriye û li gel rayedarên Siûdiyeyê derbarê bernameya etomiya Îranê û pêşî girtin ji destwerdaniyên Îranê li karûbarên welatên deverê hatiye kirin.

Di civîna navbera wezîrê derve yê Siûdiye û nunerê Amerîkayê yê bo karûbarên Îranê, her du alî behsa bernameya etomiya Îranê û çawetiya pêşî girtin ji çê kirina çekên etomî ji aliyê Îranê ve û herwiha çawetiya pêşî girtin ji destwerdaniyên Îranê di karûbarên welatên deverê de hatiye kirin.

Di civînê de her du aliyan tekez li ser vê yekê kiriye ku bo pêşî girtin ji Îranê vê hewldanên xwe bitevger bikin û berdewam bin li ser diyalog û karên hevbeş.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.