Erbil 38°C Thursday 21 Aug 14:08

Hêzên rejîmê welatiyekî bitemen yê Kurd binçav kirin

sê roje çarenivîsa wî nediyare.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Şinoyê hatiye girtin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku roja sêşemê, hêzên îtlaata Îranê li bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd yê 66 sal bi navê Ebdula Şadab, gazî navenda îtlaatê ya li Şinoyê kirine.

Dema Ebdula Şadab çûye navenda îtlaatê, hêzên îtlaatê navhatî bêyî diyar kirina sedem, binçav kirine û ev sê roje, çarenivîsa wî nayê zanîn.

Weke tê zanîn rejîma Îranê berdewame li ser binçav kirina welatiyên Kurd, çalakvanên Kurd û kesên ku nêzî partiyên Kurdî ne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.