Li pîrmamê civiyane.
Îro duşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Îraqê Matthew Toller kir.
Di civînê de balyozê Amerîkayê Matthew Toller jiber serkeftina prosesa hilbijartinan û serkeftina Berbijêrên PDKê pîrozbayî li Serok Barzanî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku serkeftina prosesa hilbijrtinan û encamên hilbijartinan bibin sedema aramiyê li Îraqê de.
Nav hatî tekez li ser vê yekê kir ku, hevbeşiya navbera Amerîka û Kurdistanê steratejîkiye û hevkar dibe bo dabîn kirina aramiyê li Îraq û deverê de.
Di berdewamiya civînê de her du aliyan nêrînên xwe yên derbarê rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan û prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê anîn ziman û tekez li ser liber çav girtina pirensîbên şeraket û hevbeşiya rastîn kirin.
Rewşa Sûriyeyê û gefên terorê li ser Îraq û deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin