Dibêje ti kêşeyeke me li gel ti aliyekê tuneye.
Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek nivîsandiye û behsa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê dike.
Muqteda Sedir di peyama xwe de nivîsandiye: Tevgera Sedir daxwaza ava kirina hikûmeteke berfire ( pir alî) dike û ti kêşeyeke tevgera Sedir li gel ti aliyeke siyasî tuneye.
Sedir dibêje aliyê serkeftî di hilbijartinan de berpirsê ava kirina hikûmetêye û lazime erkê ev aliyê han yê serekî jî pêkanîna reforman di her astekê de be.
Sedir nivîsandiye ku lazime di nava parlementoyê de desthilat û opozîsyoneke bihêz hebe, erkê desthilatê xizmet kirin û pêk anîna reformane û erkê opozîsyonê jî çavdêrî kirin be li ser desthilatê.
Weke tê zanîn di hilbijartinên Îraqê de tevgera Sedir aliyê yekem yê serkeftî yê şîeyane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin