Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di Cotmehê de bi giştî li seraserê Rojhilatê Kurdistanê de 31 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hengawê diyar kiriye ku piraniya girtiyan çalakvanên siyasî ne ku bi tawana hevkarî kirin û endam bûn di nava partiyên Kurdî yên dijî rejîma Îranê de hatine girtin.
Ji wan girtiyan 28 kes bi hinceta çalakiyên siyasî, 2 kesên din jî bi tawana çalakiyên medenî û kesek jî ku zarokek temen 4saliye hatine girtin.
Hengawê ew yek diyar kiriye ku hijmara herî zêde ya girtiyan li Urmiye û Sineyê bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin