Li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Belarusê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Belarusê yê li Îraqê Victor Reback kir.
Di civînê de her du aliyan behsa prosesa siyasiya Îraqê, hilbijrtinên Îraqê û rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan kirin.
Di civînê de Serok Barzanî û balyozê Belarus tekez li ser pere pêdana zêdetir ya têkiliyên navbera Kurdistan û Belarus kirin.
Mijara koç û koçberiyê û hemahengî û hevkariya pir alî ya navnetewî ya li hember koç û koçberiyê mijareke din ya civînê bûn û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime tevahiya aliyan sedemên însanî yên koçberiyê û parastina jiyana jin û zarokan liber çav bigirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin