Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke balyozxaneya Amerîkayê kir û piştî bi dawî hatina civînê, Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro duşem 1ê Mijdara 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya balyozxaneya Amerîkayê yê li Îraqê bi Serokatiya Cîgirê balyoz Gregory D. LoGerfo kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Palledino jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq ya piştî serkeftina hilbijartinên parlementoyê û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê kir.
Reformên hikûmeta herêma Kurdistanê û girîngiya berdewam bûna piştîvanî û hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna terorîstên DIŞIê û pere pêdana hêlbirîna kompaniyên Amerîkî li herêma Kurdistanê de mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin