Li Efrînê xwe amade kirine bo êrîş kirinê.
Li gor zaniyariyên herêmî, piştî gefên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo destpê kirina operasiyoneke nû li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê dest bi amadekarî bo êrîş kirine ser Kurdan kirine.
Çavkaniyên herêmî behsa vê yekê dikin ku komên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê ev demêke amadekariyan dikin û dixwazin bi hevkarî û hevbeşiya artêşa Tirkiyeyê êrîşî ser Til Refet, Minbic, Kobanê û Qamîşloyê bikin.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku Rûsye jî hijmareke zêde balefirên şer şandiye Qamîşloyê û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê jî hêzên xwe bi çekên giran li Til Temer û rêya M4 bicîh kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin