Serokwezîr li gel Serokê nû yê tîma UNITADê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê nû yê UNITADê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro çarşem 3ê Mijdara 2021an me pêşeaziya şêwirmendê taybet û Serokê nû yê tîma lêkolîna navnetewî ya tawanên DÎŞÎ Chiristian Richard kir. Me jiber dest bikar bûna wî pîrozbayî li Chiristian Richard kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest û herwiha me tekez li ser girîngiya piştîvaniya UNITAD ya bo hewlên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo darizandina tawanbarên DÎŞÎ kir.
Serokê nû yê UNITAD jî spasiya hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê ya li gel tîma lêkolîna navnetewî ya tawanên DÎŞÎ kir.
Di civînê de behsa vê yekê hate kirin ku di nava du salên derbasbûyî de hikûmeta herêma Kurdistanê hezaran belgeyên tawanên terorîstên DÎŞÎ radestî tîma unitadê kiriye û berdewam dibe li ser her hemahengiyeke pêwîst li gel tîma han.
Rêkarên dawî yên qanûnî û teknîkî yên darizandina tawanbarên DÎŞÎ, erşîn kirina tawanan û dîcîtalize kirin û pere pêdana hemahengiya navbera desthilata dadwerî ya herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî mijarên din yên civînê bûn.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin