Beşdarî di merasîma derçûna Xwendekarên zanîngeha Kurdistanê kir.
Îro danê êwarê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî di merasîma derçûna (mezûniyeta) Xwendekarên zanîngeha Kurdistan- Hewlêrê kir û gotarek jî pêşkêş kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de pîrozbayî li Xwendekaran kir û spasiya Mamosteyan jî kir.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa girîngiya rola Xwendekaran di pêşeroja welat de kir û ragihand ku hun weke Xwendekarên vê welatî çavkaniya hêzêne bo pêşeroja welatê xwe, hun xala destpêkê ya jêrxana civaka pêşkeftîne û çavkaniyê hêviyê ne bo civaka xwe.
Serokwezîr tekez li ser piştîvaniya berdewam ya hikûmetê bo Xwendekaran kir û got: Hikûmeta bi domandina reforman hewl bo afirandina derfetên karî yên baş bo Xwendekaran dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin