Xwepîşandanên li Bexdayê berdewamin

duhê bi şev xwepîşanderek hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev pevçûn derketiye kuştî û birîndar heye.

Xwepîşandanên aliyên şîe yên ku di hilbijartinan de rastî şikestê hatibûn, berdewamin.

Duhê li Bexdayê dîsa xwepîşandaneke mezin hate kirin, di xwepîşandanê de pevçûn di navbera Xwepîşander û hêzên ewlekarî de qewmiye, di encama pevçûnê de Xwepîşanderek canê xwe ji dest daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve her yek ji Serokê Firakisyona Fetih Hadî Amerî û Serokê hizbulaha Îraqê Qeyis Xezelî gef li hêzên ewlekarî  kiribûn ku eger êrîşî ser xwepîşanderan bikin vê ev jî bi çek bersifa hêzên ewlekariyê bidin.

Ji aliyeke din ve Netewên Yekgirtî jî li hember rewşa heyî ya li Bexdayê dilgirane û daxwaza parastina aramî û xwepîşanderan dike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.