Dibêje em amadene hevkariya hêzên ewlekarî yên Îraqê bikin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî şermezar dike û wek kiryareke terorîstî bo ser dilê dewleta Iraqê binav dike.
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ned Price dibêje: “Em çavdêriya nûçeya êrîşa firokeya bêfirokevan a ser mala niştecihbûnê ya Serokwezîr Kazimî dikin û me hest bi aramiyê kir dema me dît zerar negihiştiye wî.”
Ned Price dibêje: “Ev kiryara terorîstî eşkere ye ku em bi dijwarî şermezar dikin û rasterast bo nav dilê dewleta Iraqê hatiye kirin.” Price da zanîn ku Amerîka ji nêzîk ve ligel hêzên emnî yên Iraqê di peywendiyê de ye ku erkê wan parastina serwerî û serbixweyiya Iraqê ye û hevkarî pêşkêşî wan kirine bo lêkolînên taybet bi wê êrîşê.”
Weke tê zanîn îro danê sibê bi dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin