Bi tundî êrîşa ser mala Kazimî mehkûm dike.
Serok Barzanî derbarê êrîşa ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de peyamek belav kiriye.
Serok Barzanî di peyama xwe de bi tundî êrîşa ham mehkûm kiriye û hêviya bilez baş bûnê bo birîndaran jî xwestiye.
Serok Barzanî herwiha eşkere kiriye ku lazime rêz ji serweriya Îraqê were girtin û bi hewla tevahiya aliyan hewl bo pêşî girtin ji dubare bûna êrîşên wisa yên terorîstî were girtin.
Weke tê zanîn îro danê sibê bi dorneyan êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî hate kirin û heta niha ti aliyekê jî berpirsiyartiya êrîşê li xwe negirtiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin