Li gel Serokê komîteya jîngehê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê komîteya parastina jîngehê Ebdulrehman Sidêq civiya.
Di civînê de Ebdulrehman Sidêq bi awayeke kurt behs kar û çalakiyên komîteyê kir û balkêşande ser hemahengiya navbera komîteya han û dezgehên têkildar yên hikûmeta Kurdisanê.
Her di heman civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekez li ser girîngiy jîngehê kir û ragihand ku jîngehparêzî beşeke girîng ji karnameya kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê ye.
Mesrûr Barzanî ev yek diyar kir ku, hikûmeta Kurdistanê girîngî bi jîngeh û jîngehparêziyê dide û hewl bo pêşde birina çanda jîngehparêziyê dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin