Mossad: Me planên Îranê pûç kirin

dibêje xwestine li sê welatan êrîşî dijî Îsraîliyan pêk bînin.
کوردستان TV
100%

Dibêje li sê welatên Efrîqî xwestine êrîşî ser welatiyên Îsraîlî bikin.

Dezgeha îstîxbarata Îsraîlê Mossad ragihand ku kariye planên çekdarên Îranî yên ku bi spaha Qodis tên nasîn li dijî welatiyên Îsraîlî pûç bike.

Li gor çapemeniya Îsraîlî, hêzên Qodis plan kirine ku li sê welatên Efrîqî êrîşî ser torîst û welatiyên Îsraîlî bikin lê Mossad bi planên wan hesiyaye û planên wan pûç  kiriye.

Ji aliyeke din ve kanala 12 ya Îsraîlê diyar kiriye ku hêzên Qodis xwestine li Senegal, Tanzanya û Gana êrîşî ser torîst û welatiyên Îsraîlî bikin.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.