Piraniya wan rayedarên HDPê ne.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro danê sibê li bajarê Amedê operasiyoneke serda girtina malan hatiye lidarxistin.
Di encama operasiyona han de herî kêm 14 kes ku siyasetmedar û endamên sendîkayên curbicurin hatine binçavkirin û tê gotin ku piraniya binçavkiriyan rayedar û endamên HDPê ne.
Weke tê zanîn her îro li Amedê Cîgirê Serokê giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî hatibû girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin