Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, roja yekşem, çekdarên rejîma Îranê li ser rêya navbera Sine û Dêwelan ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser kolberekî Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de kolberekî Kurd bi navê Ferhad Zendî canê xwe ji dest daye.
Çekdarêan rejîma Îranê bi gomana ku barê qaçax li cem wî heye, bi awayeke raste rast êrîşî ser wî kirine û demûdest wî kuştine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin